Mazlûm Ebdî: Saziyên Rêveberiya Xweser amade ne ku bi dewleta Sûriyê re bibin yek
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mazlûm Ebdî, duh, roja Înê (07.03.2025) bi fermandarên hêzên Koalîsyona Navdewletî re civiya.
Ebdî di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku aloziya li Sûriyeyê encax bi diyalogê çareser dibe û got,
“Me bi Şamê re li hev kir ku ji bo çareserkirina nakokiyan serî li bijardeyên leşkerî nede.”
Ebdî diyar kir ku ew amade ne ku saziyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi dewleta Sûriyeyê re bikin yek û got,
“Em ê şandeya danûstandinan bi Şamê re ava bikin.”
Fermandarê hêzên hevpeymaniya navdewletî piştevaniya xwe ji bo çareseriya aştiyane li Sûriyeyê dupat kir û tekez kir ku divê pirsgirêk bi diyalogê di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de bên çareserkirin.
Wî her wiha got,
“Em ê li ser wêrankirina şaneyên razayî yên DAIŞê berdewam bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin