Mazlûm Ebdî: Tevî êrîsan jî em ji diyaloga bi Tirkiyê re vekirî ne!
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî got, "Em bi hemû aliyan re, tevî Tirkiye jî di nav de, ji diyalogê re vekirî ne, êrîş berdewam bikin." Herwiha anî ziman ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê ya nû ji aliyê Tirkiyeyê ve.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) Mazlûm Ebdî (Kobanî) ji ajansa Associated Press a Amerîkî re axivî û derbarê mijarên heyî de nirxandin kirin.
Piştî êrîşa 23ê Cotmehê ya li Enqereyê ya li dijî TUSAŞê ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, Tirkiyeyê êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî Rojava zêde kir.
"Êrîş stratejiyeke ji bo derxistina Kurdan ji herêmê ye"
Mazlûm Ebdî got, "Tirk îdia dikin ku ev êrîş bersiva çalakiya dawî ya li Enqereyê ye. Lê ji ber ku cure û berdewamiya êrîşan di roja şeşemîn de ye û ev yek ne tenê ye. Bûyera Enqereyê tenê hincet bû."
Abdî da zanîn ku êrîşên ku zirar dane ceyran, tesîsên petrolê û nanpêjxaneyên sivîlan encamên giran li sivîlan didin û got, "Ev êrîş parçeyek ji stratejiya Tirkiyeyê ye ku dixwaze bi derxistina Kurdan ji herêmê, guhertina demografîk bike."
Abdî got, "Êrîşên wan bidomin jî, Tirkiye jî di nav de bi hemû aliyan re ji diyalogê re vekirî ne. Herwiha bang li hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîka û navbeynkarên din kir ku fişarên xwe li ser Tirkiyê berdewam bikin ji bo çareseriyên dîplomatîk.”
Ebdî got, "Em hêvî dikin ku ev diyalogên bi navbeynkariyê berdewam bikin û bi encam bibin."
"Em piştgiriyê didin xebatên pêvajoya aştiyê"
Ebdî diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya ji bo Ocalan û hewldanên pêvajoya aştiyê û wiha got: "Eger pirsgirêkên wan bên çareserkirin wê bandoreke erênî li ser pirsgirêka Kurd a Sûriyeyê jî bike."
Ebdî got, "Ji bo bêbandorkirina şaneyên DAIŞê bi hêzên koalîsyonê re rojane xebatên me dimeşînin. Eger koalîsyon vekişe, wê asta metirsiyê li tevahiya herêmê zêde bibe."
Mazlûm Ebdî herwiha got, bombebarana Tirkiyê rê li ber operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî DAIŞê girt û bû sedema paşxistina du operasyonên plankirî yên li dijî şaneyên Sûriyê.
Ebdî diyar kir ku diyaloga di navbera HSD û hikûmeta Beşar Esed de berdewam dike û got ku di van hevdîtinan de pêşketinên kêm pêk hatine. Wî herwiha got, "Me gelek hewl dan ji bo lihevkirinekê bi rêjîma Sûriyê re bikin, lê heta niha me encam bi dest nexistiye. Pirsgirêka sereke nerazîbûna hikûmeta Sûriyê ye ji naskirina xweseriya îdarî û leşkerî ya HSDê li herêmê."
Ebdî bi bîr xist ku di navbera Şam û Enqereyê de hin hewldanên nêzîkbûnê hene û got, Tirkiye ji bo lihevkirineke ku rêveberiya xweser a heyî ya li Rojava ji holê rake, hewl dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin