McKenzie: Kurdan di serê li dijî DAISê de roleke bi bandor lîstin

15 June 2024 11:30 0 dîtin
McKenzie: Kurdan di serê li dijî DAISê de roleke bi bandor lîstin

PeyamaKurd – Generalê xanenişîn ê hêzên deryayî yên Amerîkayê Kenneth F. McKenzie Jr got ku gelê Kurd di şerê li dijî DAIŞê de roleke bi bandor lîst.

McKenzie di daxuyaniya xwe ya ji bo K24ê de rola Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxandiye û gotiye, “Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de roleke bi bandor lîst. Em wê yekê teqdîr dikin."

McKenzie bal kişand ser girîngiya DYA ya ji bo herêmê û got, "Mirov ji me bawer in û bawer dikin ku em ji bo berjewendiya her kesî bi awayê herî baş dixebitin. Mirov derfetê dixwazin ku bi Dewletên Yekbûyî re têkildar bibin, û ez bawer dikim ku dê berdewam bike. DAIŞ ji bo Rojhilata Navîn, Sûriye, Amerîka û welatên din tehdîdeke rastîn e."