'Me pista xwe nedaye Amerîkayê, hevkariya dijî DAISê demkî ye'

05 February 2019 15:33 0 dîtin
'Me pista xwe nedaye Amerîkayê, hevkariya dijî DAISê demkî ye'

PeyamaKurd – Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di konferansa Amûdê ya bi navê ‘Ber bi civaka azad û Sûriyeya demokratîk ve’ de axaftinek kir.

Muslim di konferansê de diyar kir ku gelên Rojava tevî şerê li seranserê Sûriyê jî di nav aştiyê de dijîn û xwedîderketina li rûmeta xwe îsbat kirine û li ser hêzên Amerîkayê ku piştgiriya leşkerî didin got, “Me hêzeke serbixwe ava kiriye. Em dikarin xwe biparêzin. Me pişta xwe bi Amerîkayê girêneda ye. Ev jî rewyeke demkî ye.”

Muslim destnîşan kir ku yên xwestina Amerîka were herê derdorên opozîsyona Sûriyê bûn û wiha pê de çû:

“Me hêzeke serbixwe ava kiriye. Em dikarin xwe biparêzin. Me pişta xwe bi Amerîkayê girêneda ye. Yên ku ji xwe re dibêjin opozîsyon, dixwestin Amerîka were. Armanca wan jî Şam bû. Lê belê Amerîkayê wisa nekir û nedibû bike jî. Di encamê de Amerîka hate vê derê û niha em ligel Amerîkayê têkoşîna dijî DAIŞê dikin, bi terorê re şer dikin. Ev jî rewyeke demkî ye.”