Medya Erebî: DAIS xwe li ser kavilên erdhejê zindî dike
PeyamaKurd – Piştî karesata erdejhê ku navenda wê bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê bû û li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî wêraniyeke mezin bi xwe re anî, nûçeyên derbarê êrîşên DAIŞê de jî bi taybet li nav Sûriyê zêde bûne.
Li gorî nûçeyên medyaya Erebî DAIŞ niha karesata erdhejê wekî derfeta zindîbûn û bihîzbûnê bikar tîne.
Rojnameya Itîhad El Îmaratî bal kişandiye ser êrîşên bi mayinan ên vê dawiyê li Sûriyê rû didin û gelek kes dibin qurbanî û gotiye, rêxistina terorîst DAIŞ ji karesata erdheja wêranker derfet digire ku xwe ji nû ve li Sûriyeyê belav bike, nexasim li herêma çolistanê ku di çend rojên borî de rêzeêrîşên terorîst pêk anîn.
Li gorî nûçeya medya Erebî DAIŞê niha xwe li ser kavilên erdhejê çalak dike û êrîşên xwe yên li ser artêşa Sûriyê û xelkê sivîl zêde dike.
Li aliyê din DAIŞê piştî erdhejê jî peyamek belav kiriye ku banga tobekirinê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin