Medya Erebî: Dibe Helbûsî ji nû ve bibe serokê Parlamentoya Iraqê

31 December 2021 15:25 0 dîtin
Medya Erebî: Dibe Helbûsî ji nû ve bibe serokê Parlamentoya Iraqê

PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên 10ê Cotmehê yên Iraqê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih roja Pêncşemê bi biryarekê dema yekemîn civîna parlamentoya Iraqê diyar kir ku yekem civîna piştî hilbijartinan roja 9ê Çileyê pêk tê.

Di civîna yekem a parlementoyê de wê serokê parlamentoyê û 2 cîgirên wî bên hilbijartin.

Li gorî adetên siyasî yên li Iraqê, 3 erk li gorî sîstema kotaya mezhebî hatine dabeşkirin, lewra serokatiya komarê ji bo Kurdan e, serokatiya parlamentoyê jî ji bo mezheba sunî  û serokê hikumetê jî ji bo şîeyan e.

Medya Erebî ragihandiye ku aliyên siyasî yên Iraqî dibêjin ku xuya ye ku rê li ber nûkirina dewra duyem a Mihemed Helbûsî wek serokê parlamantoyê vebûye. Sedema vê yekê encamên ku di hilbijartinên dawî de bi dest xistine ye, herwiha piştgirîya Tevgera Sedr. Lê rewş ji bo serokatî û hikumetê ne zelal dimîne.

Herwiha tê pêşbînîkirin ku bloka El-Ezm careke din piştgiriyê bide El-Helbûsî ku careke din erka serokatiya parlamantoyê wergire, li beramberî wergirtina beşeke mezin ji erkên hikumetê yên ji bo mezheba sunî hatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye, aliyên Kurdistanê jî ne li dijî wê yekê ne ku Helbûsî ji nû ve bibe serokê Parlamentoya Iraqê.