Medya Erebî: Opozîsyona Sûrî ketiye fikarên ku wê Erdogan wan bifirose!

05 January 2023 22:28 0 dîtin
Medya Erebî: Opozîsyona Sûrî ketiye fikarên ku wê Erdogan wan bifirose!

PeyamaKurd – Piştî avêtina gavên asayîbûna Enqere û Şamê û civîna Moskowê ya wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê, nîqaşên li ser têkiliyên opozîsyona Sûriyê ya ku Tirkiyeyê heta niha piştevaniya eşkere dida wan dewam dikin.

Rojnameya El Ereb li ser mijarê wiha nivîsiye: "Ligel nezelalbûna bazara ku tê amadekirin a ku dê dawî li nakokiyên serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û serokê Sûriyê Beşar El Esed bîne, hêzên opozîsyona Sûriyê ya siyasî û ya çekdar ên ku bi Tirkiyê re hevalbend in, ketine nav fikaran.”

‘Derfeteke mezin dikeve destê Esed’

Di nûçe û nirxandinên medya Erebî de li ser mijara hewldan û pêngavên asayîbûna Enqere û Şamê tê gotin, “Tê texmînkirin ku serokê Tirk bi rêya lihevkirina bi Şamê re, ji bilî berjewendiyên welatê xwe tiştekî din nafikire. Dibe ku Erdogan opozîsyona Sûriyê neçar bike ku bazarê qebûl bike. Ev yek dihêle ku opozîsyon rasterast bi rejîma El Esed re rû bi bû bimîne, bêyî ku garantî yan lihevkirineke zelal derbarê tevlîkirina opozîsyonê di pêvajoya bê ya Sûriyê de, wergire. Herwiha nayê zanîn ku vegera wê dê di çarçoveya lihevkirineke sûrî-sûrî de be yan dê di çarçoveya vebijêrka ewlehiyê de nêzî wê bibe. Ev yek jî derfeteke mezin dide El Esed da ku hevrikên xwe tesfiye bike.”

‘Xema Erdogan parastina sînorê Kurda ne’

Li gorî çavdêran; xema Erdogan ew e ku bi Esed re li ser parastina sînorê Tirkiyê, bi taybet ên di bin serweriya Kurdan de li hev bike. Heke garantiyan bi dest bixe jî dê hêsan be ku herêmên di bin serweriya opozîsyona heyî de radestî Şamê bike, bêyî ewlehiya komên ku bi salan re pê re hevkar in dabîn bike.

‘Erdogan tenê li gefxwarinên beriya hilbijartinê difikire’

Çavkaniyên medya Erebî didin xuyakirin; “Erdogan beriya hilbijartinên bê, ji bilî pêkanîna binpêkirineke mezin û gefxwarina ser çarenivîsa herêmê, tiştekî din nafikire. Nexasim, gelek Tirk berpirsyariya destwerdana şerê navxweyî yê Sûriyê digirin ser wî. Herwiha hewandina bi milyonan penaberên Sûriyê dispêrin wî ku di encamê de rewşa debarê ya li welat xirab bûye û rêjeya bêkariyê jî hîn zêdetir bûye."