Medya Erebî û Îsraîlî: Moseka ku Heniye pê hat kustin ji nav Îranê hat avêtin

31 July 2024 20:02 0 dîtin
Medya Erebî û Îsraîlî: Moseka ku Heniye pê hat kustin ji nav Îranê hat avêtin

PeyamaKurd - Kanaleke Erebî bi zarê kanaleke Îsraîlê ragihand ku ew moşeka ku Serokê Polîtburoya Tevgera Hemasê kiriye armanc ji nav erda Îranê hatiye avêtin.

Gotegot û daxuyaniyên cuda yên li ser êrîşa kuştina Îsmaîl Haniye belav dibin ku hinek dibêjin, ew moşek ji Babil a Iraqê, yan jî ji Azerbeycanê bi ser Tehran a paytexta Îranê de hatiye avêtin.

Dîsa bi zarê rojnamevanê Îsraîlî Livni Ben Menahem hatiye îdiakirin ku ew moşeka Îsmaîl Heniye li Tehranê kiriye armanc, ji binê behrê ve hatiye avêtin.

Li aliyê din kanala Al Hedes a erebî jî ji kanala 12 ya Îsraîlê veguhestiye ku ew moşeka Îsmaîl Heniye û parêzvanê wî pê hatine kuştin ji nav erda Îranê bixwe hatiye avêtin.

Heta niha Îsraîlê û Îranê bi fermî cihê avêtina moşekê û cureya moşekê ti daxuyaniyek nedane.