Medya Erebî: Vekisîna alîgirên Sedir ji parlamenê rêya dîyalogê vedike
PeyamaKurd – Ligel ku xwepêşandanên alîgirên Sedir di serî de Bexda û li gelek bajarên din ên Iraqê dewam dikin jî doh 2yê Tebaxê Tevgera Sedir piştî 4 rojan bang li alîgirên xwe kir ji nav hola parlamentoyê vekişin. Li gorî nûçeyên medya erebî ev biryara Tevgera Sedir tê wateya vekirina rêya dîyalogê.
Rojnameya El-Ereb li ser mijarê daye xuyakirin: “Çavkaniyên siyasî yên iraqî gotin ku banga Tevgera Sedir ji alîgirên xwe re ku avahiya parlamentoya Iraqê vala bikin û xwepêşandanên xwe li derveyî parlamentoyê bikin, rê li pêşiya diyaloga siyasî ya bi Çarçoveya Hemahengiyê re vedike û welatiyên iraqî ji bandora nakokiyên mezhebî û tayîfî dûr dike.”
Li gorî çavkaniyên iraqî banga Sedir a valakirina avahiya parlamentoyê gava destpêkê ya ber bi çareserkirina aloziya siyasî bi rêya diyalogê ye ku pêwîst e li hember wê hevrikên wî yên siyasî jî gavekê biavêjin.
Hêjayî gotinê ye, îro 3yê Tebaxê jî xwepêşandanên alîgirên Sedir ku bi sedema namzediya serokwezîrtiyê ya Mihemed Sûdanî dabûn destpêkirin dewam dikin û bang hatiye kirin roja Înê jî beşdarî nimêjên girseyî bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin