Medya Ewropa | ‘Amerîkayê bi nameyekê gef li Ewropayê xwar’

13 May 2019 19:51 0 dîtin
Medya Ewropa | ‘Amerîkayê bi nameyekê gef li Ewropayê xwar’

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Wezareta Berevaniya Amerîkayê derbarê berdewamkirina projeyên berevaniyê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) de ku bi tena serê xwe dimeşîne gefa bersivdanê xwariye.

Li gorî medya Îspanî Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ellen Lord ji Komisera Bilind a Pêwendiyên Derve ya YEyê Federica Mogherinî re nameyek rê kiriye û rexne li gavên YEyê yên yekalî bo berevaniyê kirine.

Lord di nameya bo Mogherinî de gotiye, projeyên yekalî yên YEyê derbarê berevaniyê de, hevkariya NATOyê û entegrasyona endustriya parastinê ya  30 sal in berdewam e dixe xeterê.

Herwiha di nameya navborî de gef hatiye xwarin û hatiye gotin, heger YE projeyên yekalî derbarê parastinê de berdewam bike, dê rastî tole û dorpêçên siyasî û aborî yên Amerîkayê were.