Medyaya navneteweyî: Zêdetirî 1000 heciyan canê xwe ji dest dane

20 June 2024 15:51 0 dîtin
Medyaya navneteweyî: Zêdetirî 1000 heciyan canê xwe ji dest dane

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di 5 rojên serdanên hecê yên Erebistana Sihûdî de hejmara heciyên ku jiyana xwe ji dest dane ji 1000î zêdetir bûye.

Hejmara kesên ku ji bo hecê çûne Erebîstana Sihûdî û ji ber germahiya ku digihêje 52 pileyî jiyana xwe ji dest dane her ku diçe zêde dibe.

AFP radigihand ku di dema nimêja pênc rojan de hejmara heciyên ku jiyana xwe ji dest dane ji 1,000î derbaz kiriye.

Li gor agahiyên ku ji jêderên dîplomatîk ên Erebistana Sihûdî hatine wergirtin, piraniya mirinan ji ber germa zêde pêk hatinê.

Ajansên navneteweyî her wiha ragihandin ku gelek kes hê jî winda ne, lê belê, rayedarên Erebistana Sihûdî dibêjin ku hejmara mirin û nexweşan “zêde nîne.”

Rayedarekî Misrî ji AFPê re got ku hezar û 400 Misrî ji bo xizmên xwe raporên wendabûnê dane.

Li ser medyaya civakî dîmenên kesên ku diyar e li ser rê mirine tên parvekirin.

Di medyaya Tirkiyê de hat ragihandin ku di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de 23 welatiyên Tirkiyê hene.

Li gorî nûçeyên medyayê, piraniya van mirinan ji ber nexweşiyên dil û damar û nexweşiyên enfeksiyonê ne.

Ji ber agahiyên ku têne parvekirin ji hev cuda ne, hêjmara miriyan a rasteqîn nayê zanîn.

Serdanên hecê her ku diçe xeternaktir dibe

Di vê heyamê de rayedarên Erebistana Sihûdî daxwazê ji heciyan kirin ku di demjimêrên herî germ ên rojê de sîwanan bi kar bînin, pir av vexwin û xwe nedin ber tavê, lê belê gelek rîtuelên hecê, tevî nimêja li Çiyayê Erefatê ya roja Şemiyê, di demjimêrên rojê yên herî germ de pêk tên û hewce dike ku bi çendin demjimêran li derve bimînin.

Hin hecî radigihînin ku dîtina laşên bêtevger li kêleka rê û karûbarên ambulansê carinan ne têr in.

Şêwirmendê Zanistî yê Enstîtuya Climate Analyticsê ya Almanyayê Carl-Friedrich Schleussner, di derbarê mijarê de got: “Zêdetirî hezar sal e hec pêk tê û ji ber germbûna avûhewayê germahî dijwartir dibe.”

Schleussner da zanîn ku rawestgehên heciyan yên wek hilkişîna Çiyayê Erefatê, ji bo tenduristiya mirovan pir xeternak e.

Dema çûna hecê li gorî salnameya Hicrî tê destnîşankirin, ku dibe sedem ku hec her sal 10 rojan paşde vegere.

Niha dema hecê ber bi zivistanê ve diçe û ew ê di 2040î de bi lûtkeya havînê re li Erebistana Siûdî hevdem be.