Mehabad | Rejîma Îranê 3 roj bere xortekî kurd girt û ta niha jî wenda ye
PeyamaKurd – Rejîma Îranê ji roja sêşemê ve (11.02.2025) li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, Omîd Feqehsînzade girt û nayê zanîn bê ka ew li kû tê ragirtin.
Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku hêzên întîzamê (dîsîplîn) ji roja sêşemê ve (11.02.2025) ve xortê kurd, Omîd Feqehsînzade yê ji gundê Qûmqelayê yê bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê girtiye û nayê zanîn bê ka ew li kû tê ragirtin.
Hengaw diyar dike ku her çendî malbata vî xortê kurd hewl daye jî sazî û çekdarên rejîmê, di heqê wî de tu agahî bi wan re par ve nekirine û her weha nedane zanîn jî bê ka ew bi çi tohmetê girtine.
Hengaw bi jêderên xwe li ser Omîd Feqehsînzade dibêje ku ew zewicî û bavê zarokekê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin