Mehmûd Abbas newîribû here Tirkiyê lê sedem nexwesîna xwe nîsan da

29 July 2024 21:07 0 dîtin
Mehmûd Abbas newîribû here Tirkiyê lê sedem nexwesîna xwe nîsan da

PeyamaKurd – Tirkiye bi hera wayî piştgiriya Fîlîstînê dike lê dema Amerîka serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu dawetî Amerîkayê kir da di senatoya Amerîka de biaxife, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan jî serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas dawet kir meclisa Tirkiyê da di meclisê de biaxife.

Tevî daweta Tirkiyê Mehmûd Abbas newîribû here Tirkiyê û Erdoğan li ser neçûna Abbas daxwuyanî da û got ku divê Mehmûd Abbas lêborîna xwe ji Tirkiyê bixwaze. Li ser mijarê, berdevkê AKPê Ömer Çelik li ser mijarê weha got:

“Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas sedem nexweşîna xwe an ku rewşa tenduristiya xwe nîşan û lewra nehatiye Tirkiyê. Wê di wextekî dinê de were Tirkiyê.”