Meletî | Îskeleya însaetê hedimî: 2 karkeran canê xwe ji dest da
PeyamaKurd – Li navçeya Çirmik (Yeşîlyurt)a Meletiyê îskeleya ku karkeran ji bo temîrkirina apartmaneke 11 qatî hatibû saz kiribû, di dema xebata wan de ji ber sedemeke nediyar hedimî.
Li ser agahiya kesên derdorê ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama hedimîna îskeleyê de karkerên bi navê Mucahît Dulek (29) û Salih Celayir (30) salî canê xwe ji dest da.
Cenazeyên wan rakirin Morga Tiba Edlî
Cenazeyên karkeran piştî lêkolîna li cihê bûyerê ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin