Merasîma bidawîbûna xula perwerdeya çekên giran a efserên Pêsmerge hat lidarxistin

06 December 2022 21:31 0 dîtin
Merasîma bidawîbûna xula perwerdeya çekên giran a efserên Pêsmerge hat lidarxistin

PeyamaKurd – Îro 6ê Kanûnê xula çaremîn a rahênan û perwerdeya bi çekên giran a efserên Hêzên Piştevaniya Yek a Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ku bi serpereştiya hêzên Hevpeymanan hat kirin, bidawî bû.

Di merasîma bidawîbûna xula rahênana Pêşmerge de, Fermandarê Fermandariya Hêzên Piştevaniya Yek Sîhad Barzanî, Cîgirê Serokerkan bo Îdare û Mîre Hoşmend Heyder, Berpirsê Tîma Şêwirmend a Hevpeymanan a li Herêma Kurdistanê, Fermandarê Hêzên Almanya yê li Herêma Kurdistanê û efserên payebilind ên Wezareta Pêşmerge û Fermadarên Serbazî yên Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê amadehî kirin.

Di merasîma ku li navenda Hêzên Pêşmerge yên Piştevaniya Yek hat lidarxistin de, Fermandarê Fermandariya Hêzên Piştevaniya Yek Sîhad Barzanî girîngiya xulên bi vî rengî yên li ser bilindkirina şiyana hêzên Pêşmerge anî ziman ku dibe sedemeke bihêz ji bo piştevanîkirina hêzên piyade yên li bereyên şer.

Sîhad Barzanî, spasiya Hevpeymanan kir ji bo alîkarîkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê.

Piştî axaftinên merasîmê, amadebûyên merasîmê serdana "qada avêtinê" kirin ji bo temaşekirina numayîşeke serbazî ku ji aliyê efserên beşdarbûyên xula çekên giran, hat encamdan.

Hat diyarkirin ku di vê xulê de 28 efserên pêşketî yên fermandariya Hêzên Piştevaniya Yek ji bo dema sê mehan bi awayekî sift, rahênan li ser çekên giran kirin.

Fermandariya Hêzên Piştevaniya Yek ser bi Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ye û erkê piştevaniya hêzên piyade yên hêzên Pêşmerge li ser stûyê wan e, di dema borî de jî rola wan a girîng hebû di bereyên şer ên dijî DAIŞê de.