Merca Tirkiye ji bo ji operasyona bejayî ya Rojavayê Kurdistanê vekise: Divê HSD ji...

29 November 2022 13:16 0 dîtin
Merca Tirkiye ji bo ji operasyona bejayî ya Rojavayê Kurdistanê vekise: Divê HSD ji...

PeyamaKurd – Tirkiye ji bo ji operasyona bejayî ya Rojavayê Kurdistanê vekişe mercê datîne û dibêje, divê HSD ji Minbic, Til Rifet û Kobanî vekişe û saziyên hikûmeta Sûriyê jî vegerin wan deveran.

Kanala “Al Jazeera” ji ser zarê çavkeniyeke fermî ya Tirkiyê diyar kir, Tirkiyê daxwaza vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Minbic, Kobanî û Til Rifet kiriye û herwiha daxwaz kiriye saziyên hikûmeta Sûriyê vegerin wan deveran bi cih bibin.

Herwiha eşkere kir, Tirkiye ji bo şert û mercên wê werin pêkanîn, demek wek molet daye, eger mercê wê cibicî nebe, wê alternatîfa operasyoneke leşkerî li wan deverên navborî be.

Rûsya li ser xeta krîzê ye

Li gorî wê çavkaniyê, aliyê Rûsya hewl dide daxwazên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi cih bîne ku hewl dide rêkeftinekê di navbera rêjîma Sûriyê û HSDê de pêk bîne ku herêmên HSDê radestî hêzên rêjîmê bike, da ku rê li ber operasyoneke bejayî ya artêşa Tirkiyê bigire.

Rojnameya El-Watan a girêdayî rejîma Sûriyê di hejmara xwe ya do Duşemê de got, roja Yekşema borî Fermandarê hêzên Rûsyayê li Sûriyeyê Aleksander Chaiko û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li bajarê Hesekê civiyan, da ku rê li ber egera operasyoneke bejahî ya Tirkiyê bigirin.

Li gorî wê rojnameyê, Chaiko pêşniyarek ji Ebdî re pêşkêş kir ku hêzên HSDê 30 kîlometroyan ji sînor bi dûr bikevin, lê ev pêşniyar ji aliyê HSDê ne nehat qebûlkirin.

HSD li benda hewlên Amerîka ye

Herwiha li gorî hin şopîneran jî, HSD li benda encamên hewldanên Washingtonê ye ku hewl dide Enqereyê razî bike ku operasyona leşkerî ya berfireh betal bike û nexşerêya kontrola hêzên a ku li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê heye, wek xwe bimîne.

Şopîner dibêjin, rola Amerîka di derbarê Rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûriyê de diyarker e, ji ber ku hêzên Amerîkî û baregehên wê yên leşkerî li rojhilatê çemê Firatê hene, ji ber wê jî biryara yekem û dawî li wê herêmê, ji Amerîka re ye.