Merîvan | Rejîma Îranê, werzisvanê kurd bi sertê kontrola edlî berdaye

25 October 2024 12:30 0 dîtin
Merîvan | Rejîma Îranê, werzisvanê kurd bi sertê kontrola edlî berdaye

PeyamaKurd – Werzişvanê hunerên şer ê ji Sarovabadê Cesîm Haselî bi şertê kontrola edlî ji Girtîgeha Navendî ya Merîwanê heta dawiya dozê bi awayekî demkî hatiye berdan.

Li gor rapora ku gihaye saziya mafên mirovan Hengav, roja pêncşemiyê (24.11.2024) Casim Haşî (28) xelkê gundê Karava yê ser bi Sarovabadê piştî nêzîkî 3 mehan ê binçavkirinê bi kefalet hatiye berdan û bi awayekî demkî ji girtîgehê derketiye.

Dema binçavkirina xwe ya dawî, Cesîm Haselî ji mafên xwe yên bingehîn bêpar mabû ku wan mafan hevdîtinên rû bi rû, telefonkirin û xwegihandina parêzeran jî li xwe digirt.

Tîrmeha îsal, bi qasî mehekê beriya binçavkirinê, ji aliyê îstixbarata hêzên şoreşê ve hatibû gazîkirin û lêpirsîna wî hatibû kirin.

Li gorî heman rapor radigîne, Cesîm Haselî şampiyonê kîckboksê û Muaythaiya (boksa Taylandê Îranê ye û beşdarî pêşbirkên navneteweyî bûye.

Ev werzişvanê ciwan destpêka meha tebaxa îsal  ji aliyê îstixbarata supaya pasdaran ve hatibû girtin û neqlî girtîgeha vê saziyê a li Sineyê hatiye kirin.