Meshedanî: ‘Pirsgirêka sereke ya Kurdistanê ew e ku ji bajarên Iraqê pêsketîtir e’

31 May 2023 18:41 0 dîtin
Meshedanî: ‘Pirsgirêka sereke ya Kurdistanê ew e ku ji bajarên Iraqê pêsketîtir e’

PeyamaKurd - Çavdêrê siyasî yê Iraqî Cebar Meşhedanî, li ser pirsgirêkên heyî yên navbera Bexda û Hewlêrê got: “Pirsgirêka sereke ya Herêma Kurdistanê ew e ku ji bajarên naverasta Iraqê pêşketîtir e.”

Meşhedanî di bernameya K24ê de diyar kir: “Li gor min Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan, hin pirsgirêk ji Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re derxistine.  Hin aliyên girîng hene ku naxwazin hikûmeta wî bi ser bikeve, ji ber ku wî dirûşma ‘hikûmeta xizmetguzarî’ bilind kiriye.”

Meşhedanî got: “Bi rastî tiştê ku kêşe ji bo Herêmê çêkiriye, pêşketinên ku li Kurdistanê rû dane ne, bi taybetî ku Hewlêr û Duhok ji bajarên naverasta Iraqê pêşketîtir in. Ev yek pirsekê derdixe holê ku gelo bûdce ji hemû parêzgehan re diçe? Bajarên din jî meraq dikin, ma gelo budceya me bi kû ve diçe?”

Meşhedanî da zanîn, tiştê ku hîştiye heta niha Kurd ne xwediyê welatê xwe bin, peymaneke kevn a Brîtanyayê ye, ji serdema padîşah û hikûmetên li pey hev ên Iraqê jî heta niha nehiştine ku Kurd mafên xwe bidest bixin.

Çavdêrê siyasî yê Iraqî bi bîr xist: “Kurd bi welatên herêmê re rûbirûyê kêşeyan bûne, Kurdistan jî di nava 100 salên derbasbûyî de bi tundî li hember hemû kêşeyên çekên kîmyayî, moşek, drone û dorpêçkirinan ber xwe dan, di dawiyê de jî, wan hin armancên xwe bidest xistin.”