Mesrûr Barzanî: Aboriya Kurdistanê ber bi qonaxeke nû ve diçe

01 June 2024 08:23 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Aboriya Kurdistanê ber bi qonaxeke nû ve diçe

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Kurdistan û aboriya wê ber bi qonaxeke nû ve diçe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser platforma medyaya civakî Xê, di derbarê aboriya Herêma Kurdistanê de nirxandinan kir.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji karmendên Herêma Kurdistanê kir ku xwe li projeya 'Hesabê Min' tomar bikin da ku li gor temen û bi hêsanî mûçeyên xwe werbigirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê aboriya Kurdistanê de jî wiha got:

"Kurdistan û aboriya wê ber bi qonaxeke nû ve diçe. Hêvîdar im ku karmend berdewam bin da ku bi şêweyekî nûjen mûçeyên xwe wergirin û ji xizmetên kerta bankê sûd werbigirin."