Mesrûr Barzanî bang li hukumeta Iraqê û civaka navdewletî kir da êrîsan bidin rawestandin
PeyamaKurd – Serokwezîrê hukumeta Herêma Kurdistanê îro tevlî merasima derçûna xwendevanên zankoya Selahaddînê bû û di axaftina xwe de bang li hukumeta Iraqê û civaka navdewletî kar da mudaxeleyê êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê bikin û bidin rawestandin. Barzanî di axaftina xwe de weha got:
“Berê jî bi bahaneyên cûr bi cûr bi awayekî nerewa êrîşê ser Herêma Kurdistanê kirin. Eger em hezkirina welat, çanda xweşbîniyê xwurt bikin û bibin welatekî bi hêz, em dikarin temamê zahmetiyan têkbibin. Êrîşa ser me pirsgirêkan çareser nake. Em milletekî aştîxwazin û naxwazin bi welatekî cîran re pirsgirêkan derxin. Peyama me: Aştî, azadî û rêzgirtina li hemberê hev e.”
Barzanî di axaftina xwe de got ku dixwazin Herêma Kurdistanê pêşdetir bibin û weha dewam kir:
“Em dixwazin geşepêdanê bidin Kurdistanê. Em sipasiya wan dikin yên ku alîkariya me dikin. Yên naxwazin alîkariya me bikin, bila ji me re pirsgirêkan dernexin. Ji ber me biryarê daye ku em bijîn, pêşde herin, welatê xwe ava bikin, em neviyên xwe bi zanistê barbikin û ber bi pêş de gav bavêjin.
Em her êrîş û îhlalên ser me, şermezar dikin. Em bang li hukumeta Iraqê û civaka navdewletî dikin ku sînor ji bo van îhlalan deynin.”
Serokwezîr Barzanî her weha behsa rola zankoya Selahaddînê ya di perwerdê de kir û got:
“Rola Zankoya Selahaddîn di avakirina gelek zankoyan de heye. Serok Barzanî di dewrên gelek zahmet de destekê da zankoyan. Divê zankoyên me yên Herêma Kurdistanê karibin bi zanko yên herêmê û dinyayê re di seha teknolojiyê û zanistê de hevdengiyê bikin. Hukumeta me di her sehayê de projeyên nûjeniyê dimeşîne û ev proje ji bo temamê sehayan e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin