Mesrûr Barzanî bangî gel kir: PDK dê di hilbijartinan de bibe partiya yekem!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê serokê PDKyê Mesrûr Barzanî ragihand, di hilbijartinên 20ê Cotmehê yên Parlamentoya Kurdistanê de PDK dê bibe yekem.
Mesrûr Barzanî di çarçoveya kampanyaya xwe ya lîsteya 190yê ya PDKyê de, îro (06.10.2024)an li bajarê Dihokê bi ciwan û jinan re civiya.
Mesrûr Barzanî got, “PDK dê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bibe yekem. PDK di bin serokatiya Serok Barzanî de dê her dem pileya yekem bidest bixe.”
Mesrûr Barzanî bal kişand ser wê yekê ku PDK ji bo azadkirina Kurdistanê hatiye damezrandin û kurd jî wek hemû neteweyên cîhanê dixwazin hemû mafên xwe bi dest bixin û got, “Plana têkbirina PDKyê têk çû. Ji dîrokê fêr bibin; bawer bikin ku PDK roj bi roj bihêztir dibe ji ber ku Xwedê û gelê Kurd piştevaniya PDKyê dikin.”
Barzanî balkişand ew yek destnîşan kir ku PDK di demekê de ku li Herêma Kurdistanê partiya herî bihêz bû û di qonaxa xwe ya herî bihêz re derbas bû, daxwaza aştiyê kir û got: “Bi saya PDKyê niha Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn xwediyê asteke gelekî girîng e.”
Mesrûr Barzanî amaje bi xelkê Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê kir û got, “Ji kesî netirsin. Hûn gelê azad in. Hûn xwediyê Şoreşa Îlonê, vî welatî û biryara xwe ne. Tu deshilateke riziyayî nikare we midaxeleyî biryara we bike.”
Cîgirê Serokê PDKyê bal kişand ser wê yekê ku êdî dem e ku li seranserê Kurdistanê gendelî û rêveberiyên neqanûnî bi dawî bibin ku xwe ferz dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin