Mesrûr Barzanî bi 35 milyar dînaran çêkirina hejmarek projeyên stratejîk pesend kir

09 December 2020 20:47 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi 35 milyar dînaran çêkirina hejmarek projeyên stratejîk pesend kir

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo çêkirina hejmarek projeyên stratejîk ên rê û pireyan li Silêmanî, Helebce û Germiyanê pesend kir û biryara terxankirina 35 milyaran hat dayîn.

Wezareta Avadankirin û Niştecîkirinê îro 9ê Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo cîbicîkirina çend projeyên stratejîk li Germiyan, Helebce û Silêmaniyê yên rê û piran û jêrxanê biryar daye 35 milyar dînar were terxankirin.

Di daxuyaniyê de hat desnîşankirin ku wê li gor wê projeya rêya dusaydî ya (Dukan - Çurqurrne) û wê pirên li îdareya parêzgeha Silêmaniyê werin nûjenkirin û wê rêyên (Warmawa - Zarreyen - Derbendîxan) werin nûjenkirin.

Herwiha wê qonaxa dawî ya rêya (Başmax - Pênciwên) were çêkirin û rêya  (Helebce – Seyid Sadiq) û (Kelar - Kifrî) jî were nûjenkirin.