Mesrûr Barzanî bi Balyozê Taylandê re pêsxistina pêwendiyan gotûbêj kir

28 August 2024 17:05 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Balyozê Taylandê re pêsxistina pêwendiyan gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 28ê Tebaxê li paytext Hewlêrê bi Balyozê Şahnişîniya Taylandê yê li Urdin û Iraqê Supark Prongsura re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên dualî bi taybetî di warên bazirganî, çandinî û geştiyariyê de hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Taylandê derbarê serdana xwe de got ku li gel şandeke bazirganî ya Taylandê hatiye û mebesta wan pêşxistina pêwendiyên bazirganî û aborî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr Barzanî, ji Balyozê Taylandê re daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş nîşan da.