Mesrûr Barzanî bi balyoz û nûner û dîplomatên welatan ên li Herêma Kurdistanê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Şemiyê 12ê Sibata 2022yan bi balyoz û nûner û dîplomatên welatan ên li Herêma Kurdistanê re civiya.
Li gor zanyariyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de ronahî xist ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Kabîneya Nehem û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînê de qala hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir, ku divê hikûmetek bibe ku xizmeta hemû welatiyên Iraq û pêkhateyên cuda bike û bibe sedema îstiqrara aştî û asayîşa Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin