Mesrûr Barzanî bi berpirsê Fransî re çend mijarên girîng gotûbêj kir

16 August 2023 19:31 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi berpirsê Fransî re çend mijarên girîng gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Tebaxê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Fransayê ya li Iraqê kir.

Piştî civînê hate ragihandin, di hevdîtinê de pêşhatên herî dawî û rewşa giştî ya Iraqê û kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hatin gotûbêjkirin.

Herwiha tekezî li pêwîstiya parastin û rêzgirtina li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê li ser bingeha rêkeftinan û Destûrê hate kirin.

Di civînê de li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û girîngiya encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî ya roja 25ê Sibata sala bê de û rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û pêwîstiya bidawîanîna pêla guherîna demografiyê li herê hate gotûbêj hatin.