Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Wezîrê Karûbarên Derve yê Ermenîstanê re civiya

25 February 2021 14:59 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Wezîrê Karûbarên Derve yê Ermenîstanê re civiya

PeyamaKurd –  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi Cîgirê Wezîrê Karûbarên Derve yê Ermenîstanê Artak Apîtoniyan re civiya.

Balyozê Ermenîstanê yê li Iraqê û Balyozê Giştî yê Hewlêrê jî di civînê de amade bûn. Di civînê  de, behsa pêşxistina pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Ermenîstanê de hat kirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenîstanê daxwaz û amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran xwe de nîşan da. Herwiha spasiya Herêma Kurdistanê kir ji ber ku giringî daye pêkhateya Ermenî li Herêma Kurdistanê ku nûnertiya wan li Parlamentoya Kurdistanê heye û wek hemû pêkhatên din mafên wan jî parastî ne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pîrozbahî li vekirina Balyozxaneya Giştî û Navenda Rewşenbîrî ya Ermenî li Hewlêrê kir û hêvî kir, ku ew handerekî zêdetir be, ji bo baştirkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Ermenîstanê de.