Mesrûr Barzanî bi David Berger re civiya

09 August 2023 20:22 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi David Berger re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Tebaxê pêşwazî li paytext Hewlêrê bi Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê David Berger re civiya.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û rêkeftinan hate axaftin.

Her du aliyan tekezî li girîngiya hevhelwestiya aliyên Kurdistanî bi arasteya berevanîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kirin.

Herwiha di civînê de, behsa gotûbêjên amadekirina yasaya petrol û gazê ya federalî ku pêwîst e amadekirina yasayê, li ser bingeha rêzgirtina li destûr û sîstema federal a Iraqê be, hate kirin.

Di hevdîtinê de li ser girîngiya berdewambûna çaksaziyên Wezareta Pêşmerge li gor karnameya Kabîneya Nehem û dûrxistina hemû cûre destwerdanên partiyan li nav wezaretê hat kirin.