Mesrûr Barzanî bi Qeys Xezelî re civiya

30 May 2024 19:11 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Qeys Xezelî re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, bi Sekreterê Giştî yê Esaîb Ehlî Heq a Iraqê Qeys Xezelî re civiya.

Mesrûr Barzanî, beriya civîna bi Xezelî re bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî û Serokê Hevpeymana Bedir Hadî Amirî re hevdîtin pêk anîbûn.

Biryar e Serokwezîr Barzanî bi Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer re jî bicive.

Mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê yek ji mijarên sereke ya civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi berpirsên bilind ên Iraqê re ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dema çû Bexdayê got: “Ez îro li Bexdayê me, ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser ku divê aramî û aboriyeke bihêz karê me yê pêşî be.