Mesrûr Barzanî bi sanda bilind a Amerîka re rewsa Sûriye û Iraqê gotûbêj kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Gulanê pêşwazî li şandeke bilind a Amerîkî ya bi seroktiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka yê ji Karûbarên Rojhilata Nêzîk berpirsiyar Joey Hood kir.
Di civîna ku wekîlê Nûnerê Taybet ê Sûriyê Aimi Katrona û Berpirsa Karûbarên Iraq û Sûriyê di Konseya Ewlekariyê de Zehra Bell jî amadehî kirin de, rewşa Iraq, Sûriye û pêwendiyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê hatin gotûbêj kirin.
Şanda Amerîkî tekezî li berdewama hevkariya bo Pêşmerge di têkoşîna dijî DAIŞê de kir û girîngiya hemahengiya hevbeş a hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê anî ziman.
Di beşeke din a hevdîtinê de, pabendbûna hikûmeta federalî ya Iraqê bi yasaya budçeyê û pêwendiyên ligel herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.
Herwiha di civînê de, hat diyarkirin ku pêwîste danûstandinên navbera aliyên kurdî li Sûriyê berdewam bikin û derfet bo bikaranîna mafên demokratîk bên zêdekirin.
Di beşeke hevdîtinê de, girîngiya mafê derbirinê û azadiya medyayê li Herêma Kurdistanê hat axatfin û herwiha Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku ew dê piştevaniya bo hemû dîplomatên biyanî li Kurdistanê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin