Mesrûr Barzanî bi serkonsulê Iraqê yê Londrayê bi Cafer es- Sedr re civiya

20 April 2022 01:23 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi serkonsulê Iraqê yê Londrayê bi Cafer es- Sedr re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Îngîltere de, li Londrayê bi serkonsulê Iraqê yê Îngîltere û ku hem namzedê serokwezîrtiya Iraqêye, bi Muhammed Cafer es- Sedr re civiya. Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Twitterê de kir.

Di hevdîtinê de her dû teref li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê, li ser xebatên avakirina hukumeta Iraqê û li ser çareseriya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, li ser çareserkirina di çarçoveya destûrê de axifîn.

Cafer es-Sedr kurmamê serokê rewta (tevgera) Sedr Muqteda es-Sedr e. PDK, Tevgera Sedr û Koalîsyona Siyade hevkarên hevin û Cafer es-Sedr jî namzedê wan yê serokwezîrtiya Iraqê ye.