Mesrûr Barzanî bi Serokê Kongreya Netewî ya Kurd a Bakurê Amerîkayê re civiya

23 October 2023 17:23 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Serokê Kongreya Netewî ya Kurd a Bakurê Amerîkayê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 23yê Cotmehê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Serokê Kongreya Netewî ya Kurd li bakurê Amerîkayê (KNC) Dr. Îbrahîm Salih kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Dr. Îbrahîm Salih guftûgo li ser kar, proje û çalakiyên Kongreya Netewî ya Kurd û dîyasporaya Kurdistanî ya li bakurê Amerîkayê kirin.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser yekkirina hêz û karînên dîyasporaya Kurdistanî kirin ji bo parastina mafên rewa yên gelê Kurd.