Mesrûr Barzanî bi serokê Konseya Daraza Bilind yê Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û heyeta pê re di seredana xwe ya fermî ya ji bo Bexdayê de, bi serokê Konseya Daraza Bilind re bi Faîq Zeydan re civiya. Barzanî di hevdîtina xwe ya bi Zeydan re got ku ‘divê bi terzê federal û statuya destûrî bi Herêma Kurdistanê re tevger bênkirin.’
Di hevdîtinê de behsa girîngiya çareseriya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hukumeta federal ya Iraqê de, li ser bingeha destûrê çareserî bêkirin hat kirin.
Serokê Konseya Daraza Biling ya Iraqê Faîq Zeydan jî got ku divê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hukumeta Navendî ya Iraqê bi rêya diyalogê û di berjewendiyên temamê hemwelatiyên Iraqê de li gor destûrê bên çarserkirin û destekê dide vê rêyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin