Mesrûr Barzanî bi Serokê Sanda Sêwirmendî ya Yekîtiya Ewropa re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 30yê Hezîranê pêşwazî li Serokê Şanda Şêwirmend a Yekîtiya Ewropayê ya li Iraqê kir.
Serokê Şanda Şêwirmendî ya Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê bal kişand ser erkên şandê ku ji sala 2017an ve li Iraqê ne ji bo pêşkêşkirina alîkariya şêwirmendî di warê ewlehî û encamdana reforman di hêzên navxweyî de.
Di civînê de li ser pêşvebirina hemahengiya navbera saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda şêwirmend a Yekîtiya Ewropayê ya li Iraqê gotûbêj hat kirin, bi tayubetî di warê rahênan û hevkarîkirina polîs û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna tawana rêxistinkirî û terorê de. Herwiha amaje bi girîngiya pêşxistina stratejiya ewlehiyê hat kirin di têkoşîna dijî tundiyê û rêlibergirtina tundrewiyê de.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadebûna dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her pêngaveke pêwîst ligel şanda şêwirmend a Yekîtiya Ewropayê ya li Iraqê nîşan da û hêviya serkeftinê di erkên wan de ji bo wan xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin