Mesrur Barzanî bi wezîrê Iraqê re vegera Pêsmerge bo navçeyên Kurdistanî gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Pêncşemê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Iraqê Cuma Inda Sedun kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de guftûgo li ser pêwendiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de û hevhangiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatin kirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê ronî xiste ser zêdebûna gefên terorîstên DAIŞê û got, “DAIŞ dijminê me hemûyan e cudahiyê naxe navbera pêkhateyên Iraqê, ji ber wê pêwîst e hevahengiyeke baş di navbera artêşa Iraq û hêza Pêşmerge de hebe.”
Serokwezîr Barzanî di civînê de, tekezî li girîngiya aktîfkirina mekanîzma hevahengiya ewlehiyê ya hevbeş a di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê kir, ji bo rûbirûbûna gefên terorê navçeyê.
Mesrur Barzanî, amadehiya Herêma Kurdistanê derbirî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hikûmeta federalî re ku bi riya gihîştina bi rêkeftinekê ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin