Mesrûr Barzanî: “Bila cejna Remezanê ji xelkê Kurdistanê re xwesî û dilxwesiyê bîne”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema cejna Remezanê ya Misilmanan peyamekî belav kir û di peyama xwe de cejna Misilmanên Kurd, yên Iraqê û dinyayê pîroz kir. Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:
“Bila cejna Remezanê ji bo xelkê Kurdistanê dilxweşî û refahê bîne, bila bibe sedema qedandina temamê şerên dinyayê, êş û sefaletê.
Ez cejna temamê Misilmanên Kurdistanê, Iraq û dinyayê bi taybetî ya Pêşmergên qehreman, hêzên hundir yên asayîşê, malbatên şehîd û gorîvanên enfalan yên serbilind pîroz dikim.
Ji bo xelkê Herêma Kurdistanê ku destekê dide me da em rewşa xerab ya aboriyê li pey xwe dihêlin, ji bo berxwedan û sebra wan sipasiya wan dikim.
Ez, berdewamiya peymana bi hukumeta federal re ya li ser mehaneyên xebatkarên Herêma Kurdistanê û mafên darayî dixwazim. Dixwazim mijara mehaneyên xebatkarên Kurdistanê û mijarên siyasî tevîhev nekin û nekin mijara niqaşên siyasî. Dixwazim mehane di rêya hukumeta Kurdistanê de bişînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin