Mesrûr Barzanî bo serdana Holandê: Wê sirîkatiya me hilberîna nû bîne û derfetên kar zêde bike

10 November 2020 17:34 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bo serdana Holandê: Wê sirîkatiya me hilberîna nû bîne û derfetên kar zêde bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê serdana xwe ya Nederlandê (Holande) de peyameke vîdyoyî belav kir.

Di peyama ku dîmenên pêşwazîkirina şanda Kurdistanê ya fermî ji aliyê Holandeyê ve hatine belavkirin de Serokwezîr Barzanî dibêje, wê şirîkatiya me ya bihêz a ligel Holandê hilberîna nû bîne Kurdistanê û derfeta bazirganiyê jî ji bo Holendiyan ava bike û hevkariya nêzîktir di warê ewlekariyê de çêbe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku dest bi serdaneke fermî bo welatên ewropî kiriye, digel şandeke bilind doh êvarê gihîştibû Holandê û bi serokwezîrê wî welatî Mark Rutt re civiyabû.

Piştî hevdîtinê herdu aliyan jî dabû xuyakirin ku civîneke gelek baş encam daye û  Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte gotibû, ''Mesrûr Barzanî dixwaze herêma xwe bike herêmeke pêşeng di warê çandiniyê de.”