Mesrûr Barzanî: Careke din hat îspatkirin ku pênaseya Kerkûkê Kurdistanî ye

12 October 2021 14:22 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Careke din hat îspatkirin ku pênaseya Kerkûkê Kurdistanî ye

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi peyamekê serkeftina Kurdan a hilbijartinan li Kerkûkê pîroz kir.

Mesrûr Barzanî got: “Serkeftinên berbijêrên PDKê li Kerkûkê bi rêjeyeke mezin ve amajeye ji bo wefadariya xelkê Kerkûkê ya bi rêbaza pîroz a Barzanî ve, berxwedan û kurdbûnê ve.”

Barzanî destnîşan kir: “Bi taybet pîrozbahiya serkeftinê li nûnerên kurd ên li Kerkûk a dilê Kurdistanê dikim ku careke din îspat kirin ku pênaseya Kerkûkê Kurdistanî ye.”

 

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Ji ber serkeftina berçav a PDKê di helbijartinên encûmena nûnerên Iraqê de, pîrozbahiyekî germ li cenabê birêz Serok Barzanî, rêveber, endam û alîgirên PDKê û hemû xelkê Kurdistanê dikim. Bi taybet pîrozbahiya serkeftinê li nûnerên kurd ên li Kerkûk a dilê Kurdistanê dikim ku careke din îspat kirin ku pênaseya Kerkûkê Kurdistanî ye.

Serkeftina berbijêrên PDKê li Kerkûkê bi vê rêjeya bilind, amajeye ji bo wefadariya xelkê Kerkûkê ji bo rêbaza pîroz a Barzanî û berxwedan û kurdbûnê.

Ez spasiya xwîşk û birayên êzdî dikim ku li navçeyên xwe û bi taybet li devera Şingalê piştevaniyekî bihêz ji bo PDKê nîşan dan, ku bi piştrastî ve PDK jî wek berê berevaniyekî bihêz dê li mafên wan bike.

Herwiha pîrozbahiyê li aliyên serkeftî yên din ên vê helbijartinê dikim û hêvîdarim, em hemû li gel yek bikarin ji bo berjewendiyên bilind ên gel û niştiman kar bikin, ji bo bicîhanîna temamê destûr û ji bo pêkanîna seqamgiriya siyasî û aborî û ewlehî û şirîkatiya rasteqîn li ser asta Iraqê, bi armanca bihêztir kirina peyvendiyên herêma Kurdistanê û hikûmeta federal.”