Mesrûr Barzanî: Çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê bingeha sereke ya pêsxistina sektora pîsesaziyê ye

19 November 2023 15:32 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê bingeha sereke ya pêsxistina sektora pîsesaziyê ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 19ê Mijdarê li Zaxoyê kevirê bingehîn ê du projeyên Navçeya Pîşesazî û Kargeha Vezivirandina Zibil û Xaşakê danî.

Mesûr Barzanî di gotara xwe ya merasîmê de got: “Di salên borî de, me kar kiriye ku li bajar û bajarokên din ên Kurdistanê jî projeyên weke navçeyên pîşesazî hebin, ev proje dê ji bo bi hezaran ciwanan derfetên kar peyda bike û aboriya Herêma Kurdistanê vejîne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Ez gelek kêfxweş im ku em vegeriyan vê devera Zaxoya Delal û bi we re beşdarî danîna kevirê bingehîn bo du projeyên girîng, devera pîşesazî û kargeha vezivirandina paşmayiyan bûm. Her du proje jî gelek girîng û stratejîk in û dê gelek sûd bigihînin vê deverê.”

Mesrûr Barzanî got: “Ez spasiya kompaniyên cîbicîkar dikim û hêvî dikim ku ew van her du projeyan bi rengekî baş bicih bînin. Di van salan de me kar kiriye ku li bajar û bajarokên din ên Kurdistanê projeyên weke navçeyên pîşesazî ava bikin, ku dê kar ji bo bi hezaran xortan re peyda bike û aboriya Herêma Kurdistanê vejîne.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Pêşxistina sektora pîşesazî û beşên din, dê bandoreke mezin li ser pêşketina Kurdistanê bike. Îro li cîhanê, welatên ku pêşketî tên dîtin, ew welatê ku di warê pîşesazî de pêşketî ne û pêdiviyên rojane berhem tînin.”

Mesrûr Barzanî bi bîr xist: “Em kêfxweş in ku Herêma Kurdistanê herêmeke ji aliyê madeyên xam û çavkaniyên xwezayî ve dewlemend e ku bingeha sereke ya pêşxistina sektora pîşesazî ye. Bazara Kurdistanê bazareke nû û gihîştî ye. Divê kar ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên rojane li Herêma Kurdistanê bikin û hatina kelûpelan ji derve sînordar û kêm bikin.”