Mesrûr Barzanî cîgirê sefê mîsyona balyozxana Amerîkayê ya Bexdayê qebûl kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cîgirê şefê mîsyona balayozxana Amerîkayê yê Bexdayê David Berger qebûl kir û di hevdîtinê de li ser mafên Kurdistanê yên darayî û destûrê yên bi Bexdayê re û li ser rewşa Iraqê bi giştî rawestiyan.
Her dû teref li ser îxracata petrola Herêma Kurdistanê ya di ser lîmana Ceyhanê de û li ser girîngiya wê rawestiyan û her dû teref xwestin ku zûtir îxracata petrolê destpêbike.
Xaleka dinê ya ku her dû teref li serê rawestiyan xala hilbijartina parlementoya Kurdistanê bû ku hilbijartin di wexta xwe de bibe.
Di hevdîtinê de David Berger behsa rola hukumeta Herêma Kurdistanê ya di alîkariya şewata salona Hemdaniyê de kir ku hukumeta Kurdistanê alîkariyê daye wan û pêkvejiyana li herêma Kurdistanê ya ji ol û neteweyên cuda ku çawa bi hevre dijîn, dilxweşiya xwe got û sipasiya hukumeta Herêma Kurdistanê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin