Mesrûr Barzanî: Divê proseya hinartina petrolê di zûtirîn demê de destpê bike.
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku divê di zûtirîn demê de proseya hinartina petrolê ji nû ve destpê bike.
Îro Yekşemê 17.11.2024 Serok Barzanî pêşwaziya şanda ji nûnerên çend kompaniyên Amerîkî yên endamên Encûmena Karsaziya Amerîka û Kurdistanê (USKBC) pêkhatibû kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokê USKBC David Tafurî ji ber serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku bi awayekî azad û demokratîk birêve çû, pîrozbahî li Serokwezîr kir. Piştre jî derbarê armanca serdana wan de agahî dan.
Dawid Tefûrî herwiha eşkere kir ku Herêma Kurdistanê li Iraq û navçeyê xwedî rol û pêgeheke girîng e û armanca serdanên wî jî piştgirî û pêşxistina pêwendiyên aborî, bazirganî û veberhênanê li gel Herêma Kurdistanê ye.
Herwiha di vê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa guhertin û pêşhatên Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal kir û behsa çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyan û baştirkirina xizmetguzariyan ya pergala bankingê û bi projeya Hesabê Min re rehetiyê ji veberhêneran re peyda dike.
Di beşeke din ya civînê de Mesrûr Barzanî balkişand li ser girîngiya dubare destpêkirina hinartina petrolê ku piştî rawestandina budçeya giştî bi milyar dolaran ziyan gihandiye budçeya giştî û diyar kir ku divê di zûtirîn demê de prose ji nû ve destpê bike.
Di dawiyê de serokwezîr bersiva pirs, têbînî û pêşniyarên amadebûyan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin