Mesrûr Barzanî: Divê Îranî, Tirk û Sûrî heman mafên serbixweyiyê bidin Kurdan jî...

16 November 2021 20:38 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Divê Îranî, Tirk û Sûrî heman mafên serbixweyiyê bidin Kurdan jî...

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di panela Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî- Kurdistan li Duhokê de, le ser rewşa Kurdan bi giştî got: “Divê em hemû hevdu qebûl bikin, lê eger Îranî, Tirk û Sûrî serbixwe bin û heman mafî nedin te, êdî wê demê tiştek bi wateya dadperweriyê nîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî- Kurdistan li Duhokê li ser pirsa rewşa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ya moderatorê panelê ragihand: “Em her dem tekezî li ser diyalogê dikin û pirsgirêkên me yên kesî li gel ti aliyekî navçeyê nebûye, ji bo seqamgîriyê em hez dikin gotûbêjê bikin. Bi baweriya min divê Diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bê kirin û bigihin çareseriyekê.”

Barzanî li ser pirsa Kurd a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diyar kir ku wan çend danûstandin ligel berpirsên Tirkiyê kirine bi armanca destpêkirina aştiyê û got: “Ew dibêjin pirsgirêka wan ligel PKKê heye û naxwazin li gel wan gotûbêjan bikin. Divê em hemû hevdu qebûl bikin, lê eger Îranî, Tirk û Sûrî serbixwe bin û heman mafî nedin te, êdî wê demê tiştek bi wateya dadperweriyê nîne.”

Li ser rewşa li Iraqê jî Mesrûr Barzanî got: “Iraq ti deman di nava aştiyê de nebûye, yan ligel welatên derve yan jî di nav xwe de mijûlî şer bûye. Ez Kurd im, Iraq nasnameyek e li ser nexşe heye û sînorê wê heye, lê welatekî sexte ye, pişta xwe girênedaye cudahiyên niştimanî yan cografî. 100 sal beriya niha hatiye avakirin, ez bi awayekî profesyonel Iraqî me, lê Kurd im û neçarim li vî welatî bijîm.”