Mesrûr Barzanî: Divê ji Hikûmeta Iraqê bê pirsîn bê çi li budçeya %95 hatiye kirin

28 August 2020 10:01 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Divê ji Hikûmeta Iraqê bê pirsîn bê çi li budçeya %95 hatiye kirin

PeyamaKurd – Di hevpeyvîneke ligel medyakarên Ereb û Iraqê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, Herêma Kurdistanê ne budçeya ji %17 belkî ji %5 jî wernegirtiye. Lêbelê dîsa jî Herêma Kurdistanê debara xwe kiriye. Pêwîst e bê pirsin, Iraqê çi li budçeya %95 kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî rexne li Hikûmeta Iraqê girt û da zanîn, Herêma Kurdistanê ji %17 budçeya Iraqê wernegirtiye û bi awayekî neyasayî ji %12 budçeya Herêma Kurdistanê hatiye kêmkirin û ji %5 butçe bo Herêma Kurdistanê hatiye şandin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan dike û dibêje, divê ji Hikûmeta Iraqê bê pirsîn bê çi li budçeya %95 hatiye kirin?,

Barzanî destnîşan kir, Hikûmeta Iraqê xelkê Kurdistanê yê li ber êrîş û zulma rejima Seddam ketine qerebû nekiriye û di warê penebarên li Herêma Kurdistanê jî de ji Kurdistanê re nebûye alîkar.

Serokwezîr Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de behsa êrîşên sala 2014an ê DAIŞê jî dike û dibêje, ew dema DAIŞ nêzî sînorê Bexdayê bû Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ew bawerî û efsaneya terorîstên DAIŞê li sengerên şer dişkenand û ev jî bû sedem ku hêzên Iraqê xwe amade bikin û dest bi êrîşên li dijî DAIŞê bikin.

Barzanî herwiha dibêje, di şerê li dijî DAIŞê û nehiştina DAIŞê li Herêma Kurdistanê de, Hikûmeta Iraqê alîkarî nedaye hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê.