Mesrûr Barzanî: Divê YNK bala xwe bide ser çaresekirina kêseyên siyasî

18 March 2023 10:55 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Divê YNK bala xwe bide ser çaresekirina kêseyên siyasî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji malpera Al-Monitor re li ser kêşeyên navxweyî yên navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê axivî û got, divê nakokiyên siyasî û aborî di çarçoveya Encûmena Wezîran de werin çaresekirin û diyar kir, divê YNK bala xwe bide ser çaresekirina kêşeyên siyasî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna ku duh 17ê Adarê hatiye weşandin de qala çend mijarên wekî; rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, dosyeya terorê û guherîna rewşa keşûhewayê û mijarên din ên girîng ên girêdayî Herêma Kurdistanê û herêmê dike.

Mesrûr Barzanî dide zanîn, li ser terorkirina efserê Ajansa Parastin û Zanyarî / Zanyarî ya ser bi Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Hawkar Ebdullah Resûl (Hawkar Caf) de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) alîkar nebûye û dide xuyakirin, ji bo ku bala li ser wê dosyeyê were dûrxistin, YNK kêşeyên din ên girêdayî mijara darayî û dabeşkirina desthilatê, ji qebareya xwe zêdetir dixwaze ku ew kêşe her dem hebûne.

Mesrûr Barzanî got, divê YNK bala xwe bide ser çaresekirina kêşeyên siyasî û darayî di çarçoveya Encûmena Wezîran de, li şûna ku hemû kêşe tevlî hev werin kirin.

Li ser vegera tîma wezarî ta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo civînên Encûmena Wezîran, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandiye, wî bi fermî daxwaz ji tîma wezarî ya YNKê kiriye ku di dema civînên Encûmena Wezîran de vegerin hikûmetê û her nîgeraniyên xwe jî dikarin bi rêya gotûbêjan di civînên Encûmena Wezîran de çareser bikin û ji bilî gotûbêjê jî ti rêyeke din tune ye ji bo çareserkirina kêşeyan.

Mesrûr Barzanî daye xuyakirin, ew hêvî dike ku tîma wezarî ya YNKê vegere hikûmetê û kêşeyan bi rêya gotûbêjan li nav Encûmena Wezîran çareser bikin.

Li ser bandora nakokiyên li ser mijara hilbijartinan jî Serokwezîr Barzanî dubare gotiye ku divê hilbijartin îsal were encamdan û nabe ti tiştek bibe sedema paşxistina hilbijartinan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, behsa pêkhatina hewayeke erênî di gotûbêjên navbera herdu aliyan de kir, bi taybetî piştî pesenkirina budceya federalî û yekalîkirina pişka Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî eşkere kir, pêşketinên mezin di gotûbêjên derbarê budceyê de pêk hatine, her çiqas ewê di budceyê de hatiye cîgirkirina ew nîne ku me dixwest, lê belê ligel vê yekê jî budceyeke xirab nîne û di berjwendiya hemû Iraqê de ye.

Serokwezîr hêviya xwe anî ziman ku Parlamentoya Iraqê jî vê budceyê pesend bike û ragihand, pesendkirina budceyê dê bibe destpêka pêwendiyeke avaker di navbera herdu hikûmetên Herêm û Federal, herwiha di navbera Bexda û parêzgehên din de jî, ji bo vejandina aboriya welat.