Mesrûr Barzanî: Em dest ji xizmeta Herêma Kurdistanê bernadin
PeyamaKurd - Li paytext Hewlerê, bi mebesta xelatkirina veberhênerên serkeftî yên Herêma Kurdistanê, li paytext Hewlêrê îro merasimek hat lidarxistin.
Di merasîma ku bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rê ve çû de Serokwezîr gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîr Mesrur Barzanî di gotara xwe de rêzdariya xwe ya ji bo rola berpirsyarî û niştimanperwerî ya veberhênerên Herêma Kuridstanê anî ziman û ji ber di van salên dawî de hevkarî û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karnameya çaksaziyê kirine spasiya wan kir.
Serokwezîr wiha axivî: "Veberhênerên Herêma Kurdistanê bi awayekî ku sektorên giştî û yên taybet hevdu temam bikin, bi hev re gellek projeyên gring û stratejîk pêk anîne. Di van salên dawî de em rûbirûyî rewşek darayî ya dijwar bûne û li hundir û derveyê Herêma Kurdistanê gelek pirsgirêk ji me re hatin derxistin, lê belê bi saya Xwedê û xweragiriya welatiyên xweşewîst ên Herêma Kurdistanê û piştevaniya sermayedaran, me dikaribû gelek ji wan pirsgirêk û astengiyan derbaz bikin û li ser bername û projeyên hikûmetê xebatên xwe bidomînin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber ku di dema qeyranê de, roleke niştimanperwerî leyîztine û alîkariya hikûmetê kiriye da ku baştir xizmeta welatiyan bike, spasiya sektora taybet kir.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ji bo Herêma Kurdistanê armanca wan a sereke pêşxistin û avakirina jêrxaneke bihêz a aborî ye û dom kir:
"Herwiha em dixwazin navçeyên din ên Iraqê jî bipêş bikevin. Iraq, di warê samanên sirûştî, mirovî û aborî de welatekî dewlemend e û dahateke wê ya mezin jî heye, lê belê mixabin ji ber nebûna rêveberî û xizmetguzariyên baş, niha welatiyên Iraqê di rewşeke xirab de dijîn. Rewşa xizmetguzarî û pêdiviyên serekî yên jiyanê li Iraqê di asteke xirab de ye. Mixabin Herêma Kurdistanê berdêla siyaset û reftarên nebaş û ne tendirust dide ku ji aliyê hin kesên li dijî hikûmetê tê kirin ku bi awayekî dadperwerane bi Herêma Kurdistanê re reftar nakin.
Pêşkeftin û geşepêdana Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû Iraqê de ye û diviyabû hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê hevrikiyê li ser wê yekê bikira ku kî dikare zêdetir xizmeta welatiyan bike û pirojeyên giring û stratejîk cîbicî bike. Em ti carî kol nadin û bi piştevaniya Xwedê û hevkariya we, emê li ser bernameyên xwe yên xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê berdewam bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin