Mesrûr Barzanî: Em kêfxwesin ku YA yê, Iraqê ji lîsta fînansoriya terorê derxistiye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser biryara Yekîtiya Awrûpayê ragihand ku ew kêfxweşin ku Yekîtiya Awrûpayê, Iraqê ji lîsta dewletên ku terorê finanse dikin derxistiye.
Mesrûr Barzanî her weha bi nivîskî ragihand hukumeta herêma Kurdistanê bi reformên ekonomîk, bi îmzekirina peymanên bazirganî, çûnûhatinên bazirganî yên deriyên li ser sînoran û firotina petrolê de bi awayekî zelal tevgeriyaye û ev tev çêbûne.
Zelaliya Herêma Kurdistanê ya di aborî û seha bazirganî de, ji aliyê civaka navdewletî dê tê şopandin û ev şopandin dike ku em zêdetir bi gendeliyê re têbikoşin.
Barzanî her weha got ku herêma Kurdistanê di seha birîna rêyên fînansê yên DEAŞ ê de, di civaka navdewletî de, li cepha pêş têdikoşe. Di salên dawiyê de, hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê bi hevparên xwe yên civaka navdewletî re, bi koordinasyon li hemberê terora aboriyê bi hevre têdikoşin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin