Mesrûr Barzanî: Em li bendê bûn Reîsî serdana Hewlêrê bike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê tevlî şîna Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahiyan û hevalên wan bû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber wefata Serokomarê Îranê, Wezîrê Derve yê Îranê û hevalên wan serxweşî û hevxemiya xwe pêşkeşî rêbertî, hikûmet û xelkê Komara Îslamî ya Îranê kiribû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, piştî serdanê ji rojnamevanan re got: “Em hatine bi rêya Konsulxaneya Îranê sersaxiyên xwe pêşkêşî rêberatî, serokatî, hikûmet û gelê Îranê bikin û em hêvîdar in ku ev êşa dawî ya gelê Îranê be. Ev bûyer dê bibin sedemek ku gelan zêdetir nêzîkî hev bike û em hemû bikarin pêwendiyên baştir bi hev re ava bikin.”
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Em li bendê bûn di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, di çend rojên bê de pêşwaziya Serokomarê Îranê li Hewlêrê bikin, lê mixabin ev bûyera trajîk rû da ku di encamê de Serokomar, Wezîrê Derve û hemû hevalên wan can dan. Vê bûyerê em xemgîn kirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên 19ê Gulanê dema vegera ji sînorê Azerbaycanê ketibû xwar û piştî 18 saetên legerînê gihîştibûn termên wan. Cenazeyê Reîsî û hevalên wî li çend deverên Îranê bi merasînan tê gerandin û dê sibe jî li Tehranê bi xakê bê spartin.
Di helîkopterê de, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan, Parêzgerê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî, Nûnerê Ayetûlah Xamineyî Îmam Cume û du berpirsên din can dabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin