Mesrûr Barzanî: Em ê planan pûç bikin û wê PDK her bibe yekemîn

07 October 2024 18:34 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em ê planan pûç bikin û wê PDK her bibe yekemîn

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, bangeşeya hilbijartinên 20ê Cotmehê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê berdewam dike.

Mesrûr Barzanî, îro 7ê Cotmehê beşdarî kernevaleke cemawerî ya ji bo piştevanî û serxistina lîsta 190ê ya PDKê li bajarê Zaxoyê bû û gotarek pêşkeş kir.

Em daxwaza aştî û pêkvejiyanê dikin

Cîgirê Serokê PDKê got, “Em daxwaza aştî û pêkvejiyanê dikin” da zanîn: “Piştî du hefteyên din, em ber bi hilbijartineke çarenivîsaz ve diçin ku dê pêşeroja welatê me diyar bike. Lewma divê em bi hev re biçin ser sindoqan, ji bo serxistina lîsteya 190 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).”

‘Em ê planên wan pûç bikin û wê PDK her bibe yekemîn’

Mesrûr Barzanî diyar kir: “PDK hewl daye Kurdistan bi ser bikeve û mafên gelê Kurdistanê bidest bîne. Lê nehezên PDKê jî hewl dan ku PDK bikin armanca xwe û PDK dê bi ser nekeve, pêştirî jî bi awayekî ji awayan dijayetiya PDKê dikirin û plan datanîn dikirin, niha jî planan datînin, lê bi piştevaniya Xwedê em ê di 20ê Cotmehê de van planan pûç bikin û PDK her dê bibe yekemîn.”

Barzanî destnîşan kir: “PDK daxwaza aramiyê dike, ji ber ku PDK di wê baweriyê de ye ku gelê me hêjayî jiyaneke aram û aştiyane ye. Em daxwaza lihevhatinê dikin û bi hev re bijîn, ji ber ku li welatê me çendî aştî û lihevhatin zêdetir bibe, PDK dê ewqas bipêş bikeve.”