Mesrûr Barzanî: “Encama rêvebiriya xerab ya Iraqê, bû sedema van qewimandinan”

05 February 2020 02:38 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: “Encama rêvebiriya xerab ya Iraqê, bû sedema van qewimandinan”

PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku qewimandinên li Iraqê çêdibin, encama îdara xerab ya li Iraqê ya 15-16 salane. Barzanî bo televîzyona France 24 ê axifî û weha got:

“Em daxwazên rewa yên xelkê Iraqê destek dikin. Em hêvî dikin ku namzedê bo serokwezîrtiya Iraqê hatiye wezîfedarkirin, ji aliyê siyasiyan û xelkê de bê destekkirin. Piraniya xwepêşandêran dixwazin ku bertîl biqedin û bi awayeka baş bên îdarekirin. Em van mafên rewa yên xwepêşandêran destek dikin. Di hinek deman de ajanda ya siyasî telîhev kirin û mijarê heya heddekî kirin ku krîzê zêde kirin.”

Mesrûr Barzanî di mijara rêvebiriya Adil Abdulmehdî de weha got:

“Ya rast serokwezîrê berê Adil Abdulmehdî çi ji destê wî hat kir lê bo bicîhanîna bernamê, nikaribû desteka siyasiyan bigre.”

Barzanî got eger namzedê serokwezîrtiyê ku bo avakirina hukumeta nû hatiye wezîfedarkirin, Muhammed Tevfik Allawî, eger desteka siyasî, xwepêşandêran û xelkê din bigre, wê karibe biserbikeve.