Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê dixwaze ji tecrubên Almanya fêde bike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî heyetekî ji nûnerên şîrketên Almanya qebûl kir û di qebûlê de ragihand ku Herêma Kurdistanê dixwaze ji tecrubên sanayiya Almanya fêde bibîne. Di hevdîtinê de li ser pêşdebirina veberhênan û bazirganiya navbera her dû welatan axifîn.
Barzanî di mijara pircûrekirina dahatên Kurdistanê de, di çarçoveya afirandina derfetên hêsankirina veberhênanê, ji bo bidawîanîna karên burokratîk ên bê fêde û di seha reformên dîjîtalîzekirina xizmetên giştî de agahiyan da şîrketên Almanya.
Barzanî, bi sedema ku di şerê li dijî DEAŞê de desteka ku Almanya daye Kurdistanê sipasiya Almanya kir û got ku Kurdistan amade ye têkiliyên xwe bi Almanya re pêşde bibe û ji tecrubên sanayiya Almanya fêde bibîne.
Nûnerên şîrketên Almanya jî behsa rola girîng ya Herêma Kurdistanê di herêma Rojhilata Navîn de kirin û gotin ku ew amade ne li Kurdistanê kar, xebat û veberhêna xwe pêşde bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin