Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji bo jinavbirina tundiya li ser jinan berdewam e

25 November 2023 15:28 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji bo jinavbirina tundiya li ser jinan berdewam e

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryardariya hikûmetê ya ji bo parastina mafên jinên Kurdistanê û têkoşîna li dijî tundiyê bi giştî û tundiya li ser jinan bi taybetî dupat kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Dijî Jinan li ser tora civakî ya X (Twitter) peyamek parve kir.

Mesrûr Barzanî got, em biryardariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo parastina mafên jinên Kurdistanê û rûbirûbûna tundûtûjiyê bi giştî û tundiya li ser jinan bi taybetî dubare dikin.

Li gorî daxuyaniya Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê di hikûmetê de pêgeha jinan bihêztir bike û yasayan cîbicî bike. Herwiha ji bo ji holêrakirin û sînordarkirina tundiya li ser jinan bi karîgerkirina rola dadgehan û bi girtina sûcdaran û cezakirina wan xebatên xwe didomîne.